Serok Barzanî pêşwaziyê li daxuyaniya Ehmed Şer’a derbarê gelê Kurd li Sûriyeyê de dike

Serok Barzanî pêşwaziyê li daxuyaniya Ehmed Şer'a derbarê gelê Kurd li Sûriyeyê de dike

Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Berçile pêşwazî li daxuyaniya Ehmed Şer’a li ser gelê Kurd li Sûriyeyê kir û ragihand, “Pêwîst e Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê sûdê ji vê derfetê werbigirin, ji bo bi hev re beşdarî damezirandina Sûriyeyeke aram, azad û demokratîk bibin.”

Daxuyaniya Serok Barzanî:

 Min daxuyaniyeke birêz Ehmed Şer’a li ser gelê Kurd li Sûriyeyê dît ku gelê Kurd wek beşek ji welat û hevparê Sûriyeya paşerojê binav kiribû.

Ev nêrîna li ser Kurdan û paşeroja Sûriyeyê cihê dilxweşiyê ye û em pêşwaziyê lê dikin û hêvîdar in ku ev yek bibe destpêka rastkirina pêvajoya dîrokê û sererastkirina reftarên çewt û nedirust ên li hember gelê Kurd li Sûriyeyê hatine kirin.

Ev cure nêrîn ji bo avakirina Sûriyeyeke bihêz rêxweşker in û pêwîst e Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din ên Sûriyê sûdê ji vê derfetê werbigirin, ji bo bi hev re beşdarî damezirandina Sûriyeyeke aram, azad û demokratîk bibin.

Pustên heman beş