Piştî rûxana rejîma Beşar Esed, gelê Sûriyê hêviya sibeheke baştir û vegera hemû revandiyan û girtiyan bo malbatên xwe bûn, lê kêfxweşiya gelê Sûriyê temam nebû, ji ber ku bi sed hezaran girtî û revandî di zindanan de mane ku çarenivîsa wan nediyare, û bi wan re hêviyên malbatên wan rawestiyane.
Di dema ku çarenivîsa bi dehan siyasetmedar, çalakvan û efserên kurdên nerazî di zindanên partiya Yekîtiya Demokrat (PYD’ê) de nediyare, û ji ber xema pêwîstiya yekxistina rêzên kurdî, da ku nekeve nava nakokiyeke ku dibe derfeta kurdan ji bo beşdarbûna di guhertinên siyasî de li Sûriyê winda bike, em banga xweya ji bo azadkirina kesên revandî û hemû girtiyên kurd di zûtirîn dem de, ji bo bidawîkirina rewşa zordariya siyasî ku li Kurdistana Sûriyê heye, û yekxistina helwêstên siyasî bi awayekî ku xizmeta doz û berjewendiya gelê kurd bike û di Sûriyeya pêşerojê de pêgeha kurdan xurt bike, dubare dikin.
Di heman demê de em Rêveberiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk bi tevahî ji jiyana wan berpirsyar dibînin, em bang li welatên çalak li Sûriyeyê û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî dikin ku zextê li hêzên Sûriyeya demokratîk bikin da ku çarenûsa van girtiyan eşkere bikin.