Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), li Stenbolê li hola KURD-KAVê, bi hev re, bi semînerekê, “Roja Alaya Kurdistanê” pîroz kir.
Serokê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara destpêka semînerê derbarê Roja Alaya Kurdistanê axaftinek kir.
Paşê Nûnerê PWKyê yê Stenbolê Cengîz Gungor bixêrhatina beşdaran kir, ji bo cîh dane wan spasiya KURD-KAVê kir û ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, Nûnerê PWKyê yê Stenbolê Cengîz Gungor bi kurdî, Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Bahatti Tûran bi Tirkî daxuyaniya hevbeş a HAK-PAR, PSK û PWKyê ya derbarê Roja Alaya Kurdistanê xwend.
Serokê Teşkîlata Stenbolê ya HAK-PARê Ahmet Engîn jî derbarê Roja Alaya Kurdistanê axaftinek kir.
Piştî xwendina daxuyaniya hevbeş, nûnerê Tevgera Avakirina Demokratîk a Kurdistanî a Sûriyeyê Mustafa Evdo û endamê Meclisa PWKyê Mehmet Gul derbarê girîngî, wate û dîroka Alaya Kurdistanê axivîn.