Di êrîşeke terorîstên DAIŞê de ku li gundewarêy Reqqayê encam dayi ye, du endamên hêzên Asayîşa Partiya Yekêtya Demokratîk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja çarşemî 18 kanûnê belav kir ku terorîstên DAIŞê ê êrîşa xaleke pişkinînê ya hêzên Asayîşê li gundewarê başûrê Reqqayê kir, du endamên Asayîşê canê xwe ji dest dan û 4 jî birîndar ketin.
Li gorî Rwangeha Sûrî ji destpêka vê salê ve, DAIŞê 253 êrîş li herêmên bin kontirola Rêveberya Xweser encam da ne, di wan êrîşan de 116 kes hatine kuştin, 74 jî ji HSDê ne.