PKK’e bûye wek mekîna vir û derewan

PKK’e bûye wek mekîna vir û derewan

PKK’e bûye wek mekîna vir û derewan, Ji bo ku çend berjewendiyên hizbî bi dest bixe û çend ehmeqên alîgirên xwe bixapîne, diqêrîne û çep û rast derewan dike. PKK’e ewqas bê şerm û fedî bûye ku ziq li çavên xelkê dinêre û derewan dike, di nûtirîn derewa xwe de jî îdîa dike “li Hewlêrê Mît, parastin û ENKS’e li hev civiyane.”

Di demekî de ku kurd li benda yekîtiyeke netewî ne, li bendê ne ku PYD’e û ENKS’e li hev bicivin û bi hev re herin Şamê heya ku danûstandinan li ser mafên kurdan di Sûriyeya nû de bikin, PKK’e weke ku ti kareke din nebe, hatiye û dereweke mezin a bi vî awa di medyaya xwe de parve dike.

Medyaya PKK’ê di nûçeya xwe ya derew û virek de ragihandiye “Mît, Parastin û ENKS’ê di 14’ê Kanûnê de li Hewlêrê civîneke hevpar lidar xistin. Di civînê de biryar hate dayîn ku ENKS’e tevlî tifaqa kurd nebe.” weke ku em PKK’ê nas dikin, ji vê derewa PKK’ê xuyaye dîsa PKK’ê planek din a qirêj heye ji boy ku tifaqa kurd li Rojava çênebe û hewlên mezin ji boy vê yekê dide û dixwaze bi vî awa PDK’ê û ENKS’ê weke astengên li hember tifaqa kurdî li Rojava destnîşan bike.

Ka plana PKK’ê ya ji boy astengkirina tifaqa kurdî li Rojava çiye heyanî niha nayê fêm kirin, lê belê ev nûçeya PKK’ê bi zelalî xuya dike, PKK’e wê pirsgirêkeke mezin ji boy tifaqa kurdî li Rojava derxîne holê. Ji ber ku di nûçeya medyaya PKK’ê de ti ergoman û belgeyên heqîqî tunene ku nûçeya wan piştrast bike, loma ev ji bilî derewek mezin ne ti tiştekî dine.

Her maye PKK’e di medyaya xwe de li şûna silogana xwe ya bê wate ya ku tê de dibêje, “bêy serok jiyan nabe”, silogana “bêy derew jiyan nabe” parve bike.

Pustên heman beş