Mezlûm Ebdî: DAIŞê pilan heye êrîşî girtîxaneyên bakurê rojhilatê Sûriyeyê bike

Mezlûm Ebdî: Em daxwaza Herêmeke Federal li Sûriyê nakin û em dixwazin bibin beşek ji artêşa nîştîmanî ya Sûriyê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, “Zanyar amajeyê didin amadekariyên DAIŞê ên ji bo êrîşkirina li ser girtîxaneyên bakurê rojhilatê Sûriyeyê.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Pêncşem, 19.12.2024) di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya “The Werold”ê ya Brîtanyayî ragehand, zanyarên hewalgirî hene ku DAIŞê pilan danaye êrîşî wan dezgehên bakurê rojhilatê Sûriyeyê bike, yên ku çekdarên wê rêkxistinê û malbatên wan tê de hatine zindanîkirin.

Mezlûm Ebdî amaje jî da, êrîşên Tirkiye û komên çekdar bandor li ser belavbûna hêzên wan kiriye, ku ev jî bandoreke nerênî dike ser ewlehî û parastina wan dezgehan ên ku çekdarên DAIŞê û malbatên wan tê de hatine girtin.

Navbirî hêvî jî kir ku, berpirsên Amerîkayê zêdetir givaştinê bixin ser Tirkiyeyê û rêyê nedin wê ku êrîşî Kobanê bike, di vî warî de jî bigehin agirbesta herdemî, ku “ev jî erkê exlaqî yê Amerîkayê ye”.

Fermandarê Giştî yê HSDê li ser peywendiyên xwe bi Desteya Tehrîr Şamê re got, peywendî di hevahengiya ewlehiyê de kurt bûne, lê tevî vê yekê jî daxuyaniyên îdareya nû ya Sûriyeyê erênî ne û HSD pêşwaziya wan dike. Herwesa got ku, ji ber mijûlbûna wan bi parastina bakurê Sûriyeyê ji êrîşên Tirkiyeyê ve, nekariye şandekê bişînin Dîmeşqê.

Pustên heman beş