Li 19 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi tometa alîkarî û bangeşeya PKKê, 40 kes hatin binçavkirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hejmara xwe ya torên civakî ragihand, tîmên cendermeyan bi fermana serdozgeran, li 19 bajaran bi sedema endamtî, alîkarî û bangeşeya PKKê, operasyon kirine.
Diyar kir jî, operasyonan de, li Diyarbekir, Wan û Rihayê bi giştî 11 bajarên Bakurê Kurdistan û Antalya û Mêrsîn û çend bajarên din yên Tirkiyê, 40 kes hatine binçavkirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê her wiha got, di operasyonê de hejmareke mezin ji dokumentên rêkxistinî û elektronî hatine desteserkirin.