Di berdewamiya şer de, hêzên Tirkiyê û komên ser bi wê ve stasyoneke benzînê û dibistanek li Bakurê Rojavayê Hesekê kirin armanc.
Hêzên Tirkiyê û grûpên alîgirên wan di nav herêma operasyona “Kaniya aştiyê” de, bi topa giran stasyonek benzînê û dibistanek li bajarokê Ebû Rasîn li Bakurê Rojavayê Hesekê bombebaran kirin, ku di encamê de bi temamî wêran bûn.
Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro roja Yekşemî 22 Kanûna 2024ê belav kir, îro hêzên Tirkiyê û grûpên ser bi wan ve, bi topa gran gundên Qabûr Qerecene û Xeder Husên yên di bin kontrola hêzên Sûriya Demokratîk de li gundewarê Til Temrê li bakurê Rojavayê Hesekê, kirin armanc.
Destnîşan kir, hêjan agahî derbarê wendahiyên canî yên vê topbaranê nehatine dest xistin.
Êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên ser bi wê ve ji paş hilweşîna rejîma Esed li ser Rojavayê Kurdistanê pirr dijwarbûne, li herêmê alozî berdewame di encama operasyonên serbazî û armanckirina dubare ya gund û bajarokan de, tirsek mezin li cem şêniyan çêbûye.