Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) Silêman Oso bi Bas Newsê re hevpeyvînek encam da, di vê hevpeyvînê de zanyariyên giring derbarê rewşa nihaya Rojavayê Kurdistanê û danûstandinên wan bi hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Rojava re pêşkêş kirin.
Silêman Oso ragihand, 13 salin PYDe-PKKe ji me re dibêjin xayîn, navendên me dişewitînin û nahêlin yekîtî çêbibe.
Silêman Oso diyar kir: ‘’ENKS ji bo yekgirtin û yekitî û pêkvejiya ya gelê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê piştî sala 2011ê û destpêka şoreşa Sûriyê de hat avakirin. Em wek encûmen têkelî wê şoreşê bûn û helwêstê me derbarê çarenivîsa paşeroja Sûriyê de diyar bûye. Me red kiriye ku em dest bixin nav destê Rejîma Sûriyê, ji ber ku dîktatorek nikare ti tiştekî bo gelê xwe bike û bi taybet jî gelê Kurdistanê. Ji bo wê jî dema metirsî li ser navçeyên kurd çêbû, Rejîma Sûriyê temamê wan navçeyan radestî PYDê kir, ji ber wê jî me wek encûmenê kar kir, ji bo yekrêziyê, em nerawestan ji bo yekgirtinê. Me peywendî li gel PYDê pêkanî ku bên beşdarî vê encûmenê bibin û biçin bo Urdinê bo gotûbêjan. Piştre me daxwaza yekgirtinê li wan kir û 3 rêkeftin bi serpereştiya Serok Barzanî li Hewlêr û Duhokê hatin kirin. Mixabin hemû rêkeftinan de PKKê fişar li ser PYDê pêkanî û pêbendî rêkeftinan nebûn.’’
Herwaha ragehand: Piştre binkeyên me şewitandin û mafên kurdan binpê kirin, girtin, lêdana endamên me û rêgiriya li kar û çalakiyên me kirin. Me sê meh berî naha ji bo azadkirina endamên me xwepêşandan kirin, lê xelkê rojavayê Kurdistanê baş dizanin çi li me kirin û çawa bi agir û hesin li dij me rawestan. Ezmûnên me li gel wan rêkeftinan heye. Sala 2020ê de bi serpereştiya Amerîkayê me rêkeftin kir, piştî rêkeftinê binkeyên me ji aliyê PKKê ve hatin şewitandin.
Serokê ENKSê ragehand: ‘’ji bo destpêşxeriya aştî û gotûbêjê divê zemînesazî hebe, rojane gruba Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê binkeyên me dişewitînin. Her xwepêşandanekî me hebe berdibine canê me û bi keviran serê endamên me dişkînin. Me gelek kar kiriye j ibo yekrêziya gelê Kurdistanê, ku em nebin sedemê têkdanê. Îro Sûriye di qonaxeke nû de ye, rejîm hilweşiya ye, lê naha metirsiya mezin li ser gelê me heye. ENKS li ser du astan kar dike, yekem çawa em gelê xwe biparêzin? Îro metirsiyekî mezin li ser gelê me ye û bi taybet jî li Kobanê. Bahaneya wan hebûna PKKê ye. Karê me yê serekî em wê metirsiyê ji holê rakin û bahaneyên wan gruban ji dest wan derbixin. Ya duyem jî ji bo yekrêzî û yekdengiyê em amade ne. lê ew jî bi du rojan pêknayê, naha ya giring xala yekem divê em cîhbicîh bikin ango bahaneya hebûna PKKê divê nemîne. Piştre divê em wê metirsiya li ser gelê xwe dûr bixin. Em wek ENKS nûnertiya gelê kurd dikin û nakevin bin ti fişar û tirsandinekî.’’