Ji 20î vê mehê ve 23 çekdarên PKKê hatine kuştin

pkk-23-12-2024-net

Ji 20î meha Kanûnê ve, bi êrîşên asmanî, 23 çekdarên PKKê li Başûrê û Rojava Kurdistanê hatine kuştin û rêxistinê hêjan mirina ti yêk ji wan jî îlan nekiriye.

Li gorî amarên artêşa Tirkiyê, ji 20î vê mehê ve, 23 çekdarên PKKê li herêma operasyona pence li çiyayê Gare yê li Başûrê Kurdistanê û her wiha li herêmên operasyonên Kaniya Aşitiyê û Mertala Firatê ketine ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.

Di êrîşên ser Rojava Kurdistanê de li rojên 21 û 22/12/2024ê 12 çekdarên YPGê baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê hatine kuştin.

Li Başûrê Kurdistanê jî, 11 çekdarên PKKê ketine ber êrîşan, rêxistina PKKê heya îro jî mirina ti yêk ji van çekdaran ranegehandiye.

Pustên heman beş