HSHSD’ê nasnameya 15 şervanên ku di şerê li dijî grûpên çekdar de hatine kuştin eşkere kir

HSHSD’ê nasnameya 15 şervanên ku di şerê li dijî grûpên çekdar de hatine kuştin eşkere kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê nasnameya 15 şervanên ku di meha Mijdar û Kanûnê de, di şerê li dijî Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve canê xwe ji dest dayî eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê di derbarê şer û pevçûnên vê dawiyê yên HSD’ê û grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve li Rojavayê Kurdistanê û hejmara şervanên canê xwe di du mehên dawî de ji dest dayî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya xwe de HSD’ê eşkere kir, 15 şervanên wan li gundewarên Heleb, Minbic, Pira Qereqozaqê, Bendava Tişrîn û Dêrazorê di şerê li dijî Tirkiyeyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve canê xwe ji dest dane.

Navên şervanên HSD’ê yên canê xwe ji dest dayî evin: Hisên El Elî, Xalid El Nasr, Behcet Omer, Xalid El Mehmûd, Mihemed Emîn El Xedban, Mihemed El Serhan, Bozan Osman, Nasr El Felac, Mistefa Sadûn, Macid Hemo, Ebdo Ebdullah, Xişman Îsmaîl, Îbrahîm El Elî, Eymen Ayîd û Dilyar Beyrem.  

Pustên heman beş