PKKê derbarê hatina Mahir Esed bo Qendîlê daxuyanî da

PKK-Mahir-Assad-net

PKKê îdayên ku dibêjin Mahir Esedê birayê serokê berê yê Sûryê Beşar Esed û serokê lîwaya çaremîn ya artêşa wî welatî li çiyayê Qendîlê ku di bin kontirola wê de ye, red kir.

Berdevkê PKKê Zagros Hîwa di hevpeyvîneke taybet de li gel rojnameya El-Erebî El-Cedîd, ev îdîa red kir û ew bi “bêbingeh û siyasî” bi nav kir.

Hîwa got, “ez nûçeyên derbarê hebûna desthilatdarên berê yên hikûmeta Sûryê li Qendîlê red dikim”.

Kenala El Hadath yekem car belavkirbû ku Mahir Esed û serokê berê yê buroya ewlekariya niştimanî ya Sûryê Elî Memlûk li Qendîlê bi efserên Pasdarên Îranê û endamên Hizbullahê re hevdîtin kirine.

Piştre hikûmeta Îraqê û YNKê jî ev îdîa red kirin. Berdevkê wezareta navxwe ya Îraqê Miqdad Mîrî jî gotibû ku ev tohmet bi tevahî bêbingehin.

Çavkanî: The New Arab

Pustên heman beş