Li rojavayê Tirkiyê teqîna; Herî kêm 12 kes hatin kuştin

teqin-info

Li eyaleta Balkişir a rojavayê Tirkiyê di kargeheke teqemeniyan de teqînek mezin rû da.

Waliyê Balkişirê Îsmaîl Ostaoglû diyar kir ku di teqînê de 12 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li bajarokê Karasî pêk hat.

Hejmarek zêde tîmên pizîşkî, berevaniya sivîl û ewlehiyê bo cihê bûyerê hatine şandin.

Ekîb cihê bûyerê kontrol dikin û walîtiyê jî da zanîn ku lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Pustên heman beş