Tehsîn Xefacî: Bi hevahengî ligel Wezareta Pêşmerge 150 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Irq-Peshmarga-isis

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand, wan bi alîkariya Pêşmerge 150 çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî kuştine.

Berdevkê Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî ji rojnamevanan re ragihand, şerê li dijî DAIŞê bi hemahengiya ligel Wezareta Pêşmerge berdewam e.

Xefacî got jî: “Me bi hev re, 150 endamên DAIŞ kuştin, di nav de serkirdeyên payebilind hebûn û çend torên DAIŞê jinav birin.”

Xefacî da zanîn: “Li gel Wezareta Pêşmerge li parêzgehên Neynewa, Kerkûk û Diyalayê odeyên operasyonan hene ji bo şerê DAIŞê.”

Pustên heman beş