13 karmendên saziya şehîdên rêveberiya xweser hatin revandin

13 karmendên saziya şehîdên rêveberiya xweser hatin revandin

Hat hînbûn ku di 11ê vê mehê de, 13 karmendên saziya şehîdên rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê ji aliyê ajokarê otobûsa karmendan ve ber bi cîhekê nediyar ve hatine revandin û heya niha PYD’ê û rêveberiya xweser ti daxuyanî di derbarê vê mijarê de nedane.

Çavkaniyên taybet yên Darka Mazî li Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin, 13 karmendên saziya şehîdên rêveberiya xweser di roja 11/12/2024an ji aliyê ajokarê otobûsa karmendên vê saziyê ve yê bi navê Mihemed Henzillah ve ku bi esla xwe Ereb e li qezaya Minbicê hatine revandin û heyanî niha çarenivîsa wan nediyar e.

Vî ajokarê otobûsê ev 13 karmendên rêveberiya xweser di rêya nahiyeya Ezaz re revandine û ber bi cîhekî nediyar ve birine.

Çavkaniyên Darka Mazî her wiha tekez kirin, Mihemed Henzillah ji şêniyên Nahiyeya El-Xendûre ya ser bi qezaya Minbicê ye.

Darka Mazî navên du ji karmendên revandî bi dest xistine ku evin:

1-            Dîlan Zekî Birho, ji şêniyên gundê Borase û ji hoza Kizîr e.

2-            Nidlîn Şihib bilk, ji şêniyên gundê Borase û ji hoza Kizîr e.

Pustên heman beş