Di 24 Kanûna pêşîna 2024an de, Tora Çavdêriya Sûriyêya Mafên Mirovan girtina nivîskar Feysel Qedirî ji bajarê Qamişlo li gundewarê parêzgeha Hesekê ji aliyê karmendên asayîşêyên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk ve di sibeha roja sêşemê de belge kir, û ragihand ev kadroyê Partiya Yekîtî Kurdistan –Sûriyê ber bi cîhekî nediyar ve hatiye birin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.
Hêjayî gotinêye ku Feysel Qadirî Endamê Partiya Yekîtîya Kurdistanî ya girêdayî Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyêye. Her wiha hate destnîşankirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û şaxên wê yên ewlekariyê hîn jî binpêkirinên xweyên li dijî sivîlan û dijberan li herêmên di bin kontrola xwe de didomînin, bi awayekî bêhiş, bê hişyarî û bi behaneyên derew, wan digirin.
Tora Sûrîya Çavdêriya Mafên Mirov tirsa xwe ji çarenivîsa nivîskar Feysel Qedirî diyar dike, û hişyarî da ku dibe ku rastî îşkenceya laşî yan jî windakirina bi zorê were.
Revandina vî kadroyê PYK-S di demekî de ye ku di civîna di roja 23/12/2024an de li Hesekê bi amadebûna nûnerê Netewên Yekbûyî di nêvbera ENKS’ê û Mezlûm Ebdî de hatibû lidar xistin, nûnerê ENKS’ê daxwaz kiribû ku êdî kadroyên wan neyên revandin û yên girtî jî serbest werin berdan, Mezlûm Ebdî jî li ser vê yekê razî bûbû.