Îro dadgeh wê biryara dawî derbarê tohmetbarên kuştina Narîn Guran bide

Îro dadgeh wê biryara dawî derbarê tohmetbarên kuştina Narîn Guran bide

Duyemîn rûniştina doza kuştina Narîn Guran a 8 salî, îro 26ê Berçile li Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê birêve diçe.

Biryar e dadgeh biryara dawî derbarê tohmetbaran de bide, ku di nav wan de dayik Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar hene.

Zaroka 8 salî Narîn Guran a ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Diyarbekirê hatibû kuştin, Tirkiye bi xemgînî hejandibû.

Rûniştina yekem a doza kuştina Narîn Guranê roja 7ê Mijdara borî dest pê kiribû û 3 rojan berdewam kiribû.

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, ji 4 tometbarên girtî, cezayê hetahetayê tê xwestin.

Pustên heman beş