Daxuyaniyên Duran Kalkan plansaziya PKK’ê ya piştî têkçûna eniya Şîe derxist holê

Daxuyaniyên Duran Kalkan plansaziya PKK’ê ya piştî têkçûna eniya Şîe derxist holê

Piştî hilweşandina rejîma Esad li Sûriyê, rêveberên PKK’ê ketibûn nava bêdengiyeke kûr. Navên naskirî yên PKK’ê ku nêzîkî her hefte bi rêkûpêk diaxivîn da ku motîvasiyona girseyî biafirînin, vê carê cihê xwe dan rêveberên asta jêr. Ev bêdengî di bingeha xwe de nîşana şoka PKK’e ketîyê ya piştî hilweşîna eniya Şîe û rejîma Esad bû, û pêvajoya biryargirtina hevpar bi hevalbendên xwe re bû.

Duran Kalkan di 24 ê Kanûnê de beşdarî weşana televîzyona PKK’ê ya li Ewropayê “Medya Haber” bû û bêdengiya rêveberiya PKK’ê şikand. Bi îhtimaleke mezin, di rojên pêş de dê Cemîl Bayik daxuyaniyên zelaltir bide. Lê daxuyaniyên Duran Kalkan bi giştî siyaseta PKK’ê ya ku ewê di vê serdemê de bimeşîne diyar kir, di demekê de ku “Eniya Berxwedanê” ya Îranê ku ji sala 2012an ve pê re hevalbendî kiribûn ber bi dawiyê ve diçe.

Duh, dezgeha weşanê ya Rûdawê, daxuyaniyên Kalkan bi manşeta “PKK ji Rojava derdikeve” ragihand. Bi eşkereyî divê bê gotin ku rastî gelek dûrî manşeta ku Rûdawê nivîsiye ye. Yên ku daxuyaniya Kalkan wek “PKK dê ji Rojava derkeve” dixwînin, tê wê wateyê ku wan ne PKK û ne jî misyona PKK’ê qet fêm nekirine. Em naxwazin bêjin fehmekî kerîtî ye, lê yên daxuyaniya Kalkan wisa fêm kirin xwedî fahmê kerîtî yê ne. Kalkan bi eşkereyî got “Em ji Rojava dernakevin”.  

Kalkan: Tu têkiliya PKK’ê bi Rojava re tune

Hemû hêzên diyarker dixwazin ku PKK ji Rojava derkeve. Û ji bo ku Rojava bikaribe qedera xwe diyar bike, derketina PKK’ê pêwîst e. Li ser mijareke ewqas girîng, Kalkan wek ku behsa nan û penîr bike, ev daxuyaniya sade li ser hebûna PKK’ê li Rojava da û got: “Ev tê gotin ji bo ku zextê li ser Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbikin. Heval Cemal jî daxuyand. Têkiliyeke me ya rasterast tune ye. Lê ev ne rewşeke ku bibe pirsgirêk. Yanî em bêjin ku wek şêwirmend hene. Eger wek takekes hin kes hene ku kar dikin, yanî Kurdên ne Sûriyeyî hene û eger ev bi PKK’ê re têkildar bin, heke Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar bigire ku ew ji herêmên wan derkevin, ew ê derkevin. Bi taybetî ji bo PKK’ê tu pirsgirêk tune ye. Çekên xwe digirin û derbasî Bakurê Kurdistanê dibin.”

Yên ku daxuyaniya Kalkan wek “PKK dê ji Rojava derkeve” dixwînin, divê pêşî vê bibînin ku “Kalkan dibêje PKK jixwe li Rojava tune ye”. Madem tune ye, dê çawa derkeve. Tê wê wateyê ku dernakeve, tenê dê hewl bide ku hebûna xwe kêmtir xuya bike. Demekê gotin ku em ji Şengalê jî derketin, lê çi kirin? Çend Êzidî nemayiş kirin û rojane kadroyên xwe li Şengalê hiştin û Şengal hîn jî herêma PKK ê ye. Gotin em ji Mexmûrê derketin, lê tenê ketin tunelên bin erdê û cilên sivîl li xwe kirin.

PKK’e Rojava dike qurbanê têkçûna xwe

Kalkan dibêje “PKK’eyî dê çekên xwe bigirin û derbasî Bakur bibin, Erdogan vê pêvajoyê baş dizane”. Tiştê ku Kalkan dibêje “Erdogan baş dizane” çi ye? Me berê gelek caran got, di sala 2014an de di dema berxwedana Kobanê de dewleta Tirk û PKK’ê li hev kirin û gerîlayên PKK’ê bi otobûsên MÎTê ji Amed û Mêrdînê anîn Kobanê. Bakurê Kurdistanê ji dewleta Tirk re hat hiştin. Erê, Erdogan vê yekê baş dizane. PKK’ê, bi hevkariya dewleta Tirk gerîlatî li Bakurê Kurdistanê bi dawî kir. Û bila Kalkan bibexşîne lê niha çiyayên Bakurê Kurdistanê nemane ku gerîlayên PKK’ê biçinê. PKK’ê hemû sengerên xwe winda kirine. Lê gerîla dikarin çekên xwe bigirin û biçin cem Kalkan û Bayik li Silêmaniyê. Û misogerî PKK vê jî nake.

Kalkan dibêje “em bêjin şêwirmend hene”. Ne şêwirmend, Komîteya PKK’ê li Rojava heye. Bila qet nebexşîne, em dizanin ku Kalkan bi xwe jî di 2017an de çû Rojava û konferans li dar xistin. PKK, piştî têkçûna leşkerî li Bakurê Kurdistanê û windakirina 90% ji Herêmên parastina Medya yên ku 40 sal in li Başûr hebûn, êdî tenê bi destûra Îranê di xeta Silêmaniye û Germiyan a di bin kontrola YNK’ê de û li Şengala di bin çavdêriya Heşdî Şebî de dikarin bimîne. Sîstema rêxistinê ya niha mayî, paşxana rêxistinê tenê Rojava ye. PKK, ji sala 2012an ve Rojava hem ji Îranê re hem ji Esad re firot, û li ser Rojava bi Tirkiyê re bazarî kir. Bi têkçûna rejîma Esad re PKK careke din têk çû. Niha dixwaze derfetên li Rojava bi kar bîne ji bo “gelo em dikarin têkçûna xwe çawa veşêrin”.

Kalkan: Yên ku ji Tirkiyê hez dikin divê bibînin ku yê ku dê Tirkiyê rizgar bike Rêber Apo ye

PKK, Rojava wek malê xwe yê ku dikare li ser bazarî bike dibîne. Ji bo vê yekê Kalkan ji aliyekî ve pêşniyareke eşkere dide Tirkiyê. Kalkan wiha dibêje: “Sîstema sermayeya yekdestî ya global li Rojhilatê Deryaya Spî hewl dide kontrolê bistîne, li ser bingeha rêya enerjî û bazirganiyê. Bi vî awayî rê amade dike. Ev paqijkirina rê ye. Rewşa li Sûriyê jî paqijkirina rê ye. Dor dê were Qibrisê. Tirkiye navenda şer e.” Û piştî vê analîza xwe Klakan wiha lê zêde dike “Yên ku Tirkiyê hez dikin divê bibînin, yê ku dê Tirkiyê rizgar bike Rêber Apo ye”.

Yanî Kalkan ji dewleta Tirk re dibêje “werin em li hev bikin, Rojava di destê me de ye, hêza me ya çekdar heye. Vê nedin destê Amerîka, Îsraîl û hwd, bi Îmraliyê re li hev bikin, hinekî cih bidin me jî, em jî hemû tiştên di destê me de bidin we, em pêşî li pêşketina rêbaza netewdewlet xwazên Kurd bigirin”.

Û Kalkan ji bo vê dibêje ku li Sûriyê hê jî çareserî “yekîtiya gelan e, modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe model ji bo hemû Sûriyê”. Lê belê derket holê ku gotinên wan ên biratiya gelan û netewa demokratîk û sîstemên wan li Reqa û Dêrazorê tenê gotinên ku mirovan bêhiş dikin bûn.

Kalkan we difikire ku Kurd bê hiş û bê aqil in

Gotinek heye dibêjin serê xwe weke çûkadeve xistina nava xîzî de û xwe vedişêre. Serê Kalkan ne di nav xîzî de ye, serê PKK ê jî ne di nav xîzî de ye, hemû bi çar çavan li dora xwe dinêrin ka em ê çawa ji Rojava sûdmend bin, ka em ê bi kîjan topê bilîzin û di rastiyê de hewl didin ku serê Kurdan di nav xwelîyê de veşêrin.

Gotinên Kalkan tu wateyeke din hilnagirin ji bilî ku PKK di krîza Rojhilata Navîn de helwesteke Kurdistanî nîşan nade, dê bi tiştên di destê xwe de bi her kesî re bazarî bike û êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam bike. Kalkan nîşan dide ku PKK dê berdewam bike Kurdan bikişîne nav ziviroka şer-pevçûn-têkçûnê ya ku bi taybetî di 25 salên dawî de ew tê de asê kirine. PKK biryara xwe ya derbarê Rojava de da: Rojava dê wek herêma bazariyê ya PKK ê bê bikaranîn.

Pustên heman beş