Piştî 5 mehan ji girtinê, endemekî Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), li bajarê Qamişlo serbest hat berdan.
Pêgeha ENKSê kir, endamê Remedan Hacî îro 26ê Berçileya 2024an belav ji girtîgeheke Rêveberiya Xweser serbest hat berdan.
Remedan Hacî roja 29ê Tîrmeha borî li Qamişlo hatibû girtin û çarenivîsa wî ne diyar bû.
Serokatiya ENKS pêşwazî li Remedan Hacî kir û
Serokê ENKSê Silêman Oso û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdisan – Sûriyê (PDK-S) Mihemed Ismaîl li bajarê Qamişlo, pêşwazî li Remedan Hacî kir.
Remedan Hacî bavê du Pêşmergeyên Roj e, ji gundê Meşûqê li gunewarê Qamişlo ye, endamê Xwecihiyan Tirbespiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ye.
Beriya du rojan, Fêsel Qadirî Endamê Partiya Yekîtiya Kurdistanî – Sûriya (Partiyên ENKS) li bajarê Qamişlo ji girtîgehên Rêveberiya Xweser serbest hatibû berdan.