Şandeke Dem Partiyê ji boy hevdîtina bi Ocalan re gihîşt Îmraliyê

Şandeke Dem Partiyê ji boy hevdîtina bi Ocalan re gihîşt Îmraliyê

Duh 27/12/2024an medyaya Tirkiyeyê eşkere kiribû, li gora rayadarên dewletê didin keşifkirin wê berî sersalê hevdîtinek di navbera berpirsên demê û Ocalan de bê kirin. Serê sibeha îro jî hat ragihandin, şandeke dem partiyê ji boy hevdîtina bi Ocalan re gihîştiye Îmraliyê.

Li vê derê ya balkêş ewe ku, kesayetên ji DEMê herin Îmraliyê ji aliyê dewletê ve tê destnîşankirin. Dixuye hevdîtinên li gel Ocalan bêne kirin dê heta 21ê Adara 2025ê berdewam bin û tê çavrêkirin ku di Newroza 2025ê daxuyaniya Ocalan bê ragihandin.

Piştî daxuyaniya serokê MHP di derbarê Ocalan de kirî heta niha gelek awayan gotûbêj hene. Qendîl naxwaze guh bide Ocalan. Hevserokê PKKê Cemîl Bayik ev yek di axavtineka xwe de eşkere kir . Herwiha daxuyanî û çalakiyên ji aliyê Qendîlê ve têne kirin wek bersivekî ji banga Ocalan e.

Ji berî çend rojekî hevseroka DEMê û çend berpirsên Partiya Herêmên Demokratîk û parlementerên ku tund ên PKKê yanî yên Qendîlê ve girêdayî serdana Hewlêr kirin. Li gel serokê YNKê hevdîtin kirin û piştre serdana Qendil kirin, yanî berpirsên Qendil re hevdîtinek berfireh pêkanîn. Vêca wan çi ferman ji Qendil wergirtine nayê zanîn.

Gelek vekirî, dê Ocalan banga devjêberdana çekan bike û dikare banga fesihkirina PKKê jî bi awayekî bike. Lê dê vê yekê di formilek gelek taybet de pêkbîne. Ew gotina PKKê ya ku dibê je Aştiyek bi Rûmet dê li gora formûla dewletê bê dizaynkirin.

Rewşa Sûriye û vê yekê ve girêdayî rewşa rojavayê Kurdistanê, dê bandorekî li biryara Qendîlê bike. Dixweyê Tirkiye pêwendiyên li gel Ocalan re rewşa Surî û taybetî dahatûya PKKê li Sûrîye wek esasekî digre.

Eger li rojavayê Kurdistanê, hêzên Kurdî reda PKKê bikin û di navxwe de yekrêziyekî ava bikin, dê hingê li herêmê guhertinên ji berjewendiya Kurdan re behtir bikevin rojeva siyasî de.

Pustên heman beş