Rêxistina PKKê nasnameyên du Gerîlayên din aşkere kir ku li Cotmeha îsalê li herêma Xakurkê canê xwe ji dest dane û îro paş derbasbûna 82 rojan ji nû ve mirina wan ragihand.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja şemî 28 Kanûna 2024ê da zanîn ku Gerîlayên bi navên Zelîxa Mehcûb û Zeyneb Aslan li 6 Cotmeha 2024ê li Xakurkê canê xwe ji dest dan e.
Agahiyên li ser nasnameya Gerîlayan bi vî rengîne:
Zelîxa Mehcûb: Nasnavê wê Ekîn Dîlda ye, ji Erzerûmê ye.
Zeyneb Aslan: Nasnavê wê Mîtra Manî ye û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.
Ev du Gerîla li çiyayê Xakurkê ketine ber êrîşan, PKKê mirina wan li malbatên wan veşartbû û paş derbasbûna du meh û 22 rojan ji nû ve îfşa kir, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi sedan keç û ciwanên Kurdan mane yên ku PKKê di sal û mehên berê de da ne kuştin û hêjan mirina wan îlan nekiriye.