Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tekezî li ser wê yekê dike ku avakirina helwesteke yekgirtî ya kurdî wek bijardeyeke stratejîk dibîne û kar ji bo bidestveanîna wê yekê dike.
Serokatiya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, hin malperên torên civakî û peyamnêran zanyariyên derew li ser helwesta ENKSê ya derbarê diyaloga Kurdî – Kurdî de, belav kirine.
Serokatiya ENKSê tekez dike:
– Tiştên ku di belavokên navborî de hatine gotin, ti pêwendiya xwe bi rastiyê re nîne û helwesta ENKSê nîşan nade.
– ENKS avakirina helwesteke yekgirtî ya Kurdî wek bijardeyeke stratejîk dibîne û kar ji bo bidestveanîna vê yekê dike, Li gorî mafên gelê me û doza wî ya netewî, bi berçavgirtina pêşhatên qonaxa niha û erkên piştî rûxandina rejîma zalim.
– Karê ENKSê yê ji bo yekrêziya helwesta Kurdî, ne nakok e bi karê wê yê di nava Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de û karê yê bi hêzên din ên niştimanî yên Sûrî re, bi awayekî ku xizmeta daxwazên gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê bike û mafên gelê Kurd li Sûriyê misoger bike.
Herwiha Serokatiya ENKSê di daxuyaniya xwe de got: “Em bang li her kesî dikin ku derbarê wergirtina agahiyên taybet bi ENKSê de rast bin û ji Berdevkê Fermî yê ENKSê û serokatiya wê werbigirin û xwe ji weşandin û belavkirina nûçeyên derew ên ku armanc dikin ku tevlihevî û xirapiyê peyda bikin, dûr bixin.