Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel, têkildarî hevdîtina şanda Partiya DEM’ê ya li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk hat de daxuyaniyek da.
Ozgur Ozel daxuyaniya Partiya DEM’ê ya piştî civînê jî nirxand.
‘Divêpêvajo bi şefafî bê rêvebirin’
Özel got: “Min daxuyaniya birêz Pervin Buldan û Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina li Îmraliyê xwend. Gotin ku ew ê wekî partiyên din randevûyê ji me bixwazin. Di prensîbê de em li ser esasê diyalogê ne. Li gel hemû partiyan em hemû rêyên ragihandinê vekirî dihêlin.
‘EM Ê NIRXANDINAN BIKIN’
Yek ji pîvanên me yên herî girîng rêzgirtina ji hesasiyeta malbatên şehîdan e. Em geşedanên di vê çarçoveyê de dişopînin, lê agahiyên ku di destê me de ne hê têra şîroveyeke kûr nakin. “Piştî ku em hûrguliyan bi dest bixin, em ê di komîteyên xwe yên rayedar de nirxandinan bikin û bi raya giştî re parve bikin.”