Li Rojava û Başûr êrîşên hewayî: 11 çekdarên PKKê hatin kuştin

pkk-11-net

Artêşa Tirkiyê îro kuştina 11 çekdarên YPGê/PKKê li Rojava û Başûrê Kurdistanê aşkere kir û ragihand, operasyonên wan yên li dijî rêxistina PKKê li her derê wê bidomin.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja duşemî 30 kanûna 2024ê ragihand, di êrîşên hewayî yên di 24 saetên rabûrî de li herêmên operasyonên Mertala Feratê û Pence 11 çekdarên YPGê/PKKê hatine kuştin.

Hat ragihandin, li Rojava 10 çekdarên YPGê û li Başûrê kurdistanê jî çekdarekî PKKê ketine ber êrîşan.

Di daxuyaniya wezaretê da wiha hat gotin: “Operasyonên li dijî rêxistina PKKê li her derê wê bi biryardarî bidomin”.

Pustên heman beş