Ahmed Turk: Piştî serdana duyem yan sêyem, Ocalan dê banga danîna çekan li PKKê bike

Ahmed Turk-Info

Endamê şanda Îmraliyê Ahmed Turk dibêje, piştî serdana duyem, yan ya sêyem ya Îmraliyê, Abdullah Ocalan dê bang li PKKê bike ku çekan deyne. 

Siyasetmedarê Kurd Ahmed Turk ku hat ragihandin ew jî bûye endamê şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê û di heman demê de jî endamê şanda Dem Partî ya gotûbêjên li gel aliyên siyasî ye, ji rojnameyeke Tirkiyeyê re axivî û got, ewê li gel hemû partiyên siyasî hevdîtinan bikin û careke din serdana Îmraliyê bikin. 

Ahmed Turk got, di hevdîtina duyem, yan ya sêyem ya bi Abdullah Ocalan re, egereke mezin e Ocalan bang li PKKê bike ku çekên xwe deyne. 

Herwiha da zanîn, di serdanê de mijara lêborîna giştî nehatiye rojevê û Ocalan xwestiye beyî ku destêwerdana derve hebe, pirsa Kurd pêwîst e di nava Tirkiyeyê de were çareserkirin. 

Şandeke Dem Partiyê ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat, roja 28’ê meha borî li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.

Ocalan jî bi rêya şanda Dem Partiyê gotibû: “Ez xwedî wê ezmûn û biryarê me ku piştevanî bidim paradîgmaya nû ya Birêz Bahçelî û birêz Erdogan.”

Pustên heman beş