Şanda DEM Partiyê ku li Îmraliyê serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiribû û piştre li parlementoyê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kiribû, tê payîn ku di 10’ê Çile de serdana xwe ya duyemîn a Îmraliyê bike. Tê payîn ku beriya hevdîtina duyemîn a Îmraliyê heyet serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye bike.
Heyeta DEM’ê ya ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat, ku li girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, dest bi gera xwe ya Parlamentoyê kir. Heyeta ku Ahmet Turk jî di nav de bû, ewil çû serdana Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û paşê jî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ziyaret kir.
Ev jî bû cihê meraqê dema hevdîtina duyemîn a bi Abdullah Ocalan re li Îmraliyê pêk were. Li gorî agahiyên di paşperdeyê de, tê payîn ku şanda Partiya DEM’ê di 10’ê Çile de hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re temam bike û biçe Îmraliyê. Tê payîn ku ji bilî Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan, Ahmet Turk jî ku beşdarî serdana civîna duyemîn a li Îmraliyê bibe.
Heyet dê beriya Îmraliyê jî civîneke surprîz pêk bîne. Li gorî vê yekê heyeta DEM’ê wê li Girtîgeha Edîrneyê serdana Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bike û nêrînên xwe bi hev re parve bikin.