Hevserokê Dem partiyê ragihand, li aliyekî li Tirkiyeyê behsa aştiyê dikin, li aliyê din êrişî Rojavayê dikin, divê proseya aştî nebe proseya xapandinê.
Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan li Mêrsînê axivî û got, sed sal berê bi zorê sînor hatin xêzkirin, fişar li ser ziman û nasnameya Kurdan hatin danîn, lê niha ew sînor tên hilweşandin.
Bakirhan bang li desthilatê kir, bi zilm û zordariyê aştî pêk nayê, ji bo pêkanîna aştiyê divê zimanê jehrî û siyaseta înkarê bidawî bibe.
Bakirhan herwiha got, li aliyekî li Tirkiyeyê behsa aştiyê dikin, li aliyê din êrişî Rojavayê dikin û rê li ber êrişan vedikin. Divê mafên gelê Kurd û statuya wan li Rojava were qebûlkirin ku bi xwîn û canê xwe ava kirine.
Bakirhan got, aştiya nava Tirkiyê girêdayî aştiya li Rojavayê Kurdistanê ye û ew naxwazin ev prose bibe proseya xapandin û lîstokan.