Hêzên Sûryaya Demokratîk 12 çekdarên xwe di 3 rojên rabûrî de bi êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojava Kurdistanê ji dest da ne.
HSDê îro roja yekşemî 5 Çileya 2025ê bi daxuyaniyekê nasnameya 12 çekdarên xwe 2 jê keç aşkere kir ku li rojên 2, 3 û 4î vê mehê li herêmên Bendava Tişrînê, Tebqe û Sirînê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û jiyana xwe ji dest da ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şervanên QSDˋê destanên lehengiyê dinivîsînin, bi taybet li Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê. Ev 28 roj e şervanan tevahî êrişên komên leşkerî şikandin û efsaneya pozbilindiya dewleta Tirk têk birin.