Erdogan: Ji bilî xwehilweşandinê PKKê ti bijardeyeke din nîne

Erdogan-PKK-Ocalan

Serokomarê Tirkiyê îro ragihand ku PKKê ji bilî hilweşandina xwe û danîna çekan ti bijardeyeke din nîne.

Recep Tayyip Erdogan îro di kongireya partiya xwe de li Terabzûnê axivî û got ku rêxistina PKKê ji bilî hilweşandina xwe û danîna çekan ti bijardeyeke din nîne, serdema avakirina kantonan bi tevahî qedyaye.

Di 29ê kanûna 2024an de, DEM Partiyê encamên hevdîtna xwe ya bi rêberê girtiyê PKKê Abdullah Ocalan ya di 28ê kanûna yekem de li girtîgeha Îmraliyê eşkere kirbû.

Ocalan wiha got: “Îradeya min heye ku tevkariya erênî ya pêwîst ji bo banga birêz Erdogan û birêz Bahçeli bikim. Ev ji bo Tirkiyê û herêmê serdema aştî, demokrasî û biratyê ye”.

Serokê giştîyê partiya tevgera netewî (MHPê) Devlet Bahçelî li ser hevdîtina Ocalan û şanda DEM Partîya ya li girava Îmraliyê peyamek weşandibû û serdan bi destpêkeke baş hesab kirbû.

Tê pêşbînî kirin û li gorî hesabên dewleta Tirk, Ocalan di Newroza îsalê da banga danîna çekan li PKKê bike, ev yêk li gorî gotina Ehmed Tirk ku nû bûye endamê şanda Îmraliyê.

Pustên heman beş