Biryare di demekî kurt de binkeyê fermî yê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê bi fermî li Şam a paytext a Sûriyê bê vekirin û berpirsê ofîsê jî bê diyar kirin.
Silêman Oso ku yek ji berpirsên ENKSê ye ragehand: ‘’Demekî nêzîk de binkeyê fermî yê ENKSê dê li Şamê bê vekirin û kesek jî wek berpirsê ofîsê dê bê diyar kirin.’’
Herwiha got: ‘’Şam wek paytext giringe û wek navenda biryara siyasî jî herwisa, ji bo wê jî em dixwazin bi wê rêyê ve rol û bandora me hebe di paşeroja Sûriye ya nû de.’’
Duh 05.01.2024ê şandeyekî Amerîkayê li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê li gel nûnerên ENKSê civiyan û çend pirs gotûbêj kirin.