Tirkiyê 2 çekdarên jin ên PKK’ê kuştin

pkk-11-net

Li gor çapemeniya Tirkiyê Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê li herêma Xakurk a Herêma Kurdistanê operasyonek pêkaniye û di encamê de jina bi navê Zeyneb Aslan û Zelîxa Mehçup hatine kuştin.

Hat ragehandin di encama operasyona MÎTê de endama rêxistina PKK/KCKê Zeyneb Aslan a ku wek Mîtra Manî tê naskirin û Zelîxa Mehçup a ku wek Ekîn Dilda tê naskirin di operasyonekî de li Xakurkê hatine kuştin.

Li gor çapemeniya Tirkiyê ku nûçe spartiye çavkaniyên ewlehiyê, MÎTê agahdarî wergirtiye ku ew herdu çekdarên jin xwe amade dikin li Tirkiyê li ser armancên stratejîk çalakiyan dê bikin û bi wî armancî perwerde dibin.

Hat ragihandin li ser wê agahiyê MÎTê bi operasyoneke li Xakurkê herdu çekdarên jin ên PKK’ê kuştine.

Li gor heman çavkaniyê herdu çekdarên PKK’ê sala 2015ê de beşdarî rêxistinê bûne. 

Pustên heman beş