Di sala nû de Tirkiyê dehan bombe li ser 12 gund û herêmên diyar yên Dihokê barandine
Artêşa Tirkiyê bi sedema tevgera PKKê, ji 1î Çileyê ve dehan bombe û mûşek li ser 12 gund û herêmên diyar yên parêzgeha Dihokê barandine, êrîşan zirarek mezin li pey xwe hiştiye û şêniyên van gundan di nîgeraniyeke berdewam de rojên xwe jiyan dikin.
Li gorî bîlançoya pevçûnên PKKê û artêşa Tirkiyê yên ji 1 çileya îsal 2025ê ve, 12 gund, gelî û çiyayên diyar yên sînorê parêzgeha Dihokê di operasyona Pence de hatine borduman kirin, dewleta Tirk êrîş dijwar kirine, hemwext PKKê jî tevgera çekdarên xwe pêtir nêzî gundan kiriye.
Gund û herêmên Dihokê yên ji 1î Çileya 2025ê ve ketine ber êrîşan
Gundên Mijê û kevne Mijê.
Aqarê gundê Şêlaza li nahiya Kanî Masê.
Gundê Dergela Mûsa Begê.
Çiyayê hindavî gundê Êkmale.
Sora Sigêrê û Sigêra kevin.
Derdûra gundê Babîrê.
Pişta gundê Guherzê.
Geliyê Dêra li Nahiya Kanî Masê.
Aqarê gundê Bilava Kevin.
Geliyê Sêvê.
Êrîş wisa bûn:
Li 2/1/2025ê:
Demjimêr 4:04 spêdê artêşa Tirkiyê aqarê gundên Mijê û Kevne Mijê li devera Berê Gare topbarankirine û nêzî 20 gulletopan lêdane.
Li 3/1/2025ê:
Demjimêr 11:48 şevê artêşa Tirkiyê aqarê gundê Mijê topbarankir.
Demjimêr 12:25 ta 12:45 Nîvro balafirên artêşa Tirkiyê aqarê gundê Şêlaza li nahiya Kanî Masê li devera Berwarî Bala bordumankiriye û 3 mûşek lêdane.
Li 4/1/2025ê:
Demjimêr 11:45 spêdê balafirên artêşa Tirkiyê aqarê gundê Dergela Mûsa Begê li nahiya Kanî Masê li devera Berwarî Bala bordumankiriye.
Demjimêr 2:08 piştî nîvro balefirên artêşa Tirkiyê çiyayê hindavî gundê Êkmale bordumankiriye.
Demjimêr 2:17 piştî nîvro pişta Sora Sigêrê li devera Berê Gare bordumankiriye, herweha Sigêra Kevin li nahiya Dêrelokê li devera Nihêliya jî bordumankirine.
Demjimêr 5:25 êvarî topxaneya artêşa Tirkiyê aqarê gundê Mijê li devera Berê Garey topbarankiriye.
Demjimêr 4:00 Ta 4:20 êvarê artêşa Tirkiyê derdûra gundê Babîrê li nahiya Bamernê topbarankiriye.
Demjimêr 9:50 şevê balefirên helîkopter yên Tirkiyê pişta gundê Guherz li nahiya Dêrelokê li devera Nihêliya bordumankiriye.
Li 5/1/2025ê:
Demjimêr 4:50 êvarî artêşa Tirkiyê Geliyê Dêra li nahiya Kanî Masê li devera Berwarî Bala tupbarankiriye û 4 gulletop lêdane,
Demjimêr 9:39 şevê artêşa Tirkiyê aqarê gundê Bilava Kevin li nahiya Dêrelokê li devera Nihêliya topbarankiriye.
Demjimêr 12:20 şevê balefirên helîkopter yên artêşa Tirkiyê deverên Geliyê Sêvê û pişta gundê Guherzê li nahiya Dêrelokê li devera Nihêliya bordumankirîne.
Ji Xizîrana sala rabûrî 2024ê artêşa Tirkiyê qûnaxeke nû ji operasyona Pence li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê destpêkirbû, rojane gundên Dihokê di vê operasyonê de dihatin borduman kirin.
Li dawîya salê serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîp Ardogan got ku ewê li sala nû êrîşên xwe yên bi bandor li dijî PKKê li her derê dewam bikin, loma jî ji destpêka sala nû ve artêşa Tirkiyê dîsa êrîşên hewayî yên li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê dijwar kirine û di 6 rojên dawîn de bi dehan caran êrîşî gundên Dihokê kirîye.