Karasû heyeta Îmraliyê rexnekir û dibêje çima hevserokên DEM partiyê tê de nînin?

Karasu-imrali-heyet-net

Endamê konseya rêveber ya KCKê Mistefa Karasû îro heyeta Îmraliyê rexne kir û got ku çima di nava heyetê de hevserokên DEM partiyê nînin.

Mistefa Karasû îro roja sêşemî 7 Çileya 2025ê ji telefzyona Mediya Haber ya PKKê re axivî û hin nirxandin bo rojevê û pêvajoya ku li Tirkiyê destpê kirî, kir.

Karasû derbarê hey’eta Îmraliyê ku ji Sirî Sûreyya, Pervîn Bûldan û Ahmet Turk pêk tê got:

«Ji bo heyetê em vê yekê bibêjin. Heyeta heyî berê jî bi Rêbertî re hevdîtin kiribû. Sirri Sûreyya, Pervîn Bûldan û Ahmet Turk jî di heyeta ku berê çûne Îmarliyê de bûn. Ew jî dikarin tevlî bibin. Lê Devlet Bahçelî bangek kir. Got bila DEM Partî biçe Îmraliyê. Çima di nava heyetê de hevserokên DEM Partiyê nîn in? Bi rastî jî çima cih nagirin? Eger DEM Partî wê biçe, rêveberên DEM Partiyê hene».

Karasû herwiha got: «Bi qasî ku ez dizanim Sirri Sûreyya Onder niha ne di nava rêveberiyê de ye. Pervîn Bûldan hevseroka HDP’ê ye. Ahmet Turk jî hevşaredar e. Dixwazim vê yekê bêjim bangek ji bo DEM Partiyê hat kirin. Hat gotin bila DEM Partî biçe Îmraliyê. Çima hevserokên giştî yên DEM Partiyê di nava heyetê de nîn in? Herî kêm divê yek ji wan di nava heyetê de ba. Bi rastî jî qet nebe ji bo em bêjin di wê heyetê de hevserokek heye».

Ev gotinên Mistefa Karasû dihête wateya biçûkirina heyeta heyî ya Îmraliyê ku karîna bicî kirina wê erkê tune ya ku pê hatine raspardin.

Heyeta ku çûye cem Ocalan ne nûnerên Kurdanin. Yek Sirî Sureyya Tirke û Pervîn jî Erebe, ev her du kes ne Kurdin û qet nûnertiya Kurdan jî nakin. Ya balkêş ewe ku Evdilla Ocalan jî dema di sala 1999 de ji Kînyayê dihat Tirkiyeyê got “dayka min Tirke“.

Loma jî, em dikarin bibêjin di hevdîtnên Îmraliyê de Pervîna Ereb, Siryê Tirk, Ocalanê Tirk û dewleta Tirk bi hev ra rûniştine û li ser “pirisgrêka Kurd” axivîne.

Pustên heman beş