Heyeta DEMê serdana partiyên siyasî di parlementoya Tirkiye de didomîne.
Partiya DEM; Piştî hevdîtinên xwe yên bi MHP, AKP, Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê re îro serdana CHPê kir.
Heyeta DEMê li ofîsa Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel adi parlementoyê de serdana Ozel kir.
Civînê di saet 10.30’an de dest pê kir saet 12.05’an bi dawî bû. Piştî hevdîtinê serokê CHPê Özel daxuyaniya ewil da.
Ozel ev daxuyanî da:
“Weke Partiya Komarî ya Gel me berê jî gotibû ku em wek Partiya Komarî ya Gel piştgirî didin her gava ku ji bo pirsgirêka ku 50 sal in li Tirkiyeyê didome ji holê rabe, hêstirên dayikan sivik bikin.”
Me hêviyên xwe, fikar û rexneyên xwe yên ji bo pêşerojê anîn ziman. Piştî wê me pêşniyar û helwesta xwe anî ziman. Lihevhatina me ya dîrokî ew e ku ev pêvajo di bin serkêşî û kontrola parlamentoyê de bimeşe. Ti gumanên me nînin. Me diyar kir ku ji bo di pêşerojê de hemû gavên ku bên avêtin pêwîstî bi komîsyoneke xurt heye ku hemû partiyên li Meclîsê jî tê de bin.
Me diyar kir ku mutabaqata civakî pêşî ye. Me diyar kir ku divê mekanîzmayên ku malbatên şehîdan û yên têkoşer di vê pêvajoyê de bê acizkirin neyên rojevê. Em girîngiyê didin îradeya ku ji bo siberojê hêviyên her kesî mezin bikin û di gavên ku ji bo aştiyê bên avêtin de, bêyî bazariyê rondik û xwînê rawestînin. Em girîngiyê didin vê yekê ku gavên pêş de di qada demokratîk û yasayî de bin. Ya girîng ew e ku pêşî li xwîn, hêsir û windakirina Tirkiyeyê bê girtin û bi hêvî li pêşerojê mêze bikin.”
Piştî Ozel, li ser navê partiya xwe Sirri Sureyya Onder wiha axivî:
“Divê em li vî welatî guh bidin gotin û pirsgirêkên her kesî. Em welatekî aram deyndarê zarok û neviyên xwe ne. Em nikarin ji vê xilas bibin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê wekî civak bi hev re vê yekê pêk bînin.”