Li taxa Şêx Meqsûda girêdayî parêzgeha Helebê, rêxistina çeteyan ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê, zarokekî biçûkê kurd bi armanca ku wî tevlî nava refên PKK’ê bikin revand.
Çavkaniyên xwecihî li Rojava Kurdistanê ragihandin ku di 4ê Çileya 2025’an de rêxistina “Ciwanên Şoreşger” zarokê bi navê Nîhad Zuhêr Reşoyê 12 salî ji taxa Şêx Meqsûda girêdayî parêzgeha Helebê revand.
Nîhad ji gundê Omoyê navçeya Mabata ya gundewarê bajarê Efrînêye.
Li gorî nasnameyê, zarokê bi navê Nîhad di 3’ê Adara 2012’an de li ‘Efrînê ji dayik bûye û navê dayika wî Cîlane.
Bûyera revandina vî zarokê 12 salî yekemîn halete di vê salê de, ev bûyera revandinê di demekî de ye ku bi rûxandina rêjîma Beşar Esed re û daxwaza diyaloga kurdî û damezrandina şandeke yekgirtîya kurdî ku biçe Şamê, çalakvan, siyasetmedar û aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji Partiya Yekîtiya Demokrat û Hêzên Sûriya Demokrat dikin vê rêxistinê hilweşînin.
Taxa Şêx Meqsûd di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel ya Partiya Yekîtiya Demokratîk deye ku hêza serekeya Hêzên Sûriye ya Demokratîk e.