Tirkiye gefa operasyoneke serbazî li Rojava Kurdistanê dike

Tirkiye gefa operasyoneke serbazî li Rojava Kurdistanê dike

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan daxuyand ku ji PKK/YPGê ra hoşdarî hat dayîn û heke ew li gor wê tevnegere tişta ku hewce dike wê bê kirin û wiha got: “(Ev) operasyoneke eskerî ye. Şam bi wan ra dipeyive. Carekê got, wê careke din jî bibêje.”

Fîdan diyar kir ku divê rêveberiya nû ya li Sûriyeyê xwedî li pirsgirêka PKK/YPGyê derkeve û ji bo yekîtiya neteweyî ya welatê xwe û yekîtiya herêmî gavan bavêje û wiha axivî: “(Ev gav) wê bên avêtin, yanê mizakere dewam dikin. Em li bendê ne ku di vî warî da hin gav bên avêtin. Divê ji bo vê dem bê dayîn, demek.”

Fîdan der barê îhtîmala projeyekê ya ku rêveberiya nû ya li Sûriyeyê ji PKK/YPGê ra pêşniyar bike, lê ew qebûl neke jî wiha got, “Eger qebûl neke, eşkere ye ku ewê ji bo demê qebûl neke, em vê yekê jî dibînin. Ev kes (rêveberiya nû) bi şer gihîştin vê astê. Rêvebiriya li Şamê ne rêveberiyek e wisa ye ku mirov wê sivik bihesibîne. Ev ne rêveberiya wan kesên ku ji şer ditirsin e. Wan bi şer bidest xist.”

Fîdan bal kişand ser wê yekê ku hêza rêveberiya nû ya Sûriyeyê têra xwe heye ku li dijî YPGyê şer bike û der barê rola muhtemel a Tirkiyeyê ya di vê mijarê de jî wiha got: ” hoşdarîya ku me daye wan (PKK/YPG) li holê ye. Me bi rêya Amerîkiyan jî da, bi rêya çapemeniyê da. şervanên ji Tirkiye, Îran û Iraqê hatine, divê demildest ji wir derkevin.”

Fidan diyar kir ku wan ji PKK/YPGyê ji bo vê niyet û amadekariyek nedît û wiha dewam kir, “Em gava behsa hoşdarî û şertan dikin em ji bo vê dibêjin, heger hûn naxwazin li herêmê herekata eskerî çêbe, şertûmercên me û yên rêveberiya nû ya li Sûriyeyê diyar in.”

Pustên heman beş