YPG’ê meleyên Reqayê bi mazotê xapandin!

YPG’ê meleyên Reqayê bi mazotê xapandin!

Çekdarên YPG’ê yên li Reqayê bi behaneya pêdana mazotê bi meleyên Reqayê bangî hin ji wan meleyan dikin, lê belê di rastiyê de ji boy civîna bi Şêx Murşid Meşûq Al-Xeznewî re wan dibin nava mizgeftê û ti mazotê bi wan nadin.

Li gor nûçeyeke kanala “Mirasil Al-Şarqiye” ku kanaleke Telegramê a Sûriyeyê ye, çekdarên YPG’ê hin ji meleyên li Reqayê ji boy pêdana mazotê vexwandine yek ji mizgeftên li Reqayê, lê belê piştre bêy ku ti mazotê bi wan bidin, wan dibin nava mizgefta bi navê “Muna” ji boy ku bi Şêx Murşid Meşûq Xeznewî re hevdîtinê pêk bînin.

Her wiha eşkere kir, kesê ku bangewaziya pêdana mazotê bi meleyan kiriye, Rêveberê Ewqafê ye û navê wî “Îbrahîm El-Uweyse”, vî kesî pêş niha bi behaneya ku meleyan guh nedane talîmatên Ewqafê û beşdarî civînan nebûne, rêjeyek ji mazota mizgeftan li ser meleyan qut kiriye û bi wan nedaye.

Ev yek di demekî de ye ku Şêx Murşid Meşûq Al-Xeznewî ev demeke derbasî Rojava Kurdistanê bûye û nerînên cuda li ser wî peyda bûne, hin ji şêniyên Rojava jî dibêjin, Şêx Murşid Xeznewî dema bi ENKS’ê re dicive PKK’ê/PYD’ê rexne dike, dema bi PYD’ê/PKK’ê re jî dicive ENKS’ê rexne dike, ev jî tiştekî pirr balkêş û ecêbe!

Pustên heman beş