Di xwepêşandanekî ku PYDê nêzîk Bendava Tişrînê rêkxistî de, 6 kurd hatin kuştin

Di xwepêşandanekî ku PYDê nêzîk Bendava Tişrînê rêkxistî de, 6 kurd hatin kuştin

Li gor çavkaniyên kurdî îro 08.01.2025ê  6 kesên sivîl ên kurd ku jin jî di nav wan de hene, di dema xwepêşandana nerazîbûnê nêzîk Bendava Tişrînê ya ji aliyê PYDê ve hatibû rêxistin kirin de hatin kuştin.

Li gor zanyariyan wan xwepêşanderên kurd ên PYDê ew biribûn wê navçeyê, ji ber bombebarana grubên çekdar hatine kuştin.

Xwepêşandan ji aliyê PYDê ve hat rêxistin kirin û serpereştiya wê wan kiribû û armanca xwepêşandanê jî şermezar kirina wan êrîşên ku grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê li ser navçeya Bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê dikin bû.

Daxwaza PYD’ê ya ji xelkê sivîl ji bo xwepêşandana nêzî Bendava Tişrînê metirsiyên wê hebûn û her kesê ev yek dizanî, lê dîsa PYD’ê banga xwepîşandanê kir û bi canê welatiyên kurd leyîst û ew bi destê grûpên ser bi Tirkiyeyê ve dan kuştin.

Pustên heman beş