Davutoglu: Serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyeyê di demeke guncayî de bû

Davutoglu -Mesrûr Barzanî -info

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ragihand, serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê di demeke guncayî de bû û got, divê diyalog ligel birayên Kurd li Iraq û Sûriyeyê berdewam be.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyeyê de ragihand, “Serdana Mesrûr Barzanî bo Enqereyê û hevdîtina wî ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re, di demeke guncayî de bû.”

Davutoglu got: “Li hember hêzên dagirker ên ku dixwazin herêmê têxin nava alozî û tevliheviyê de, divê em bi birayên xwe yên Kurd ên li Iraq û Sûriyeyê re diyaloga xwe bidomînin.”

Herwiha Davutoglu got: “Divê li Rojhilata Navîn neteweyên dost nebin qurbaniyên nakokî û berjewendiyên welatên cîhanê. Aştiya li Rojhilata Navîn dê bi piştgirî û hevrêziyê pêk were.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 7ê Çile bi serdanekê gihîşt Enqereyê.

Di civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re, guftûgo li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî ji platforma “X” ragihand, “Me li Enqereyê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re xurtkirina têkiliyên dualî û pêşhatên dawî yên li Iraq, navçe û Sûriyeyê gotûbêj kirin.”

Herwiha got: “Me tekezî li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê û rakirina astengiyan li pêşiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir.”

Pustên heman beş