Rojnameyekî Tirkiyê radigehîne ku êrîşa artêşa wî welatî bo ser çekdarên PKKê yên li Sûriyê nêzîk bûye û red dike ku gotûbêj li gel PKKê bê kirin.
Îro 09.01.2025ê rojnameya Hurriyet a Tirkiyê belav kir, berpirsên Tirkiyê li encamdana operasyona leşkerî ya dijî çekdarên PKKê li Sûriyê nêzîk bûne.
Herwaha got: ‘’Hêzên ser bi artêşa Tirkiyê ketine rewşa amadebaşiyê û ew amadebaşî wek amadekariyeke ji bo egera êrîşa li ser çekdarên PKKê.’’
Li gor heman rojnameyê; Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan roja şemiya borî hişyariyek ji bo çekdarên PKKê yên li Sûriyê kiriye û eger guh nedin wê hişyariyê dê êrîşa leşkerî bê kirin an na dê bê zelal kirin.
Wekî ku Hakan Fîdan gotiye: ‘’Heta naha hewldanên dîplomatîk serkeftîbûn ku em dem ji berjewendiya Tirkiyê de bidest bînin, lê xuya dike dema hatiye dayîn waye temam dibe, ji naha ve jî dema operasyona leşkerî nêzîk bûye.’’
Rojnameya Tirkiyê dibêje: ‘’Desthilatdarên Tirkiyê herçend rêveberiya PKKû û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dixwazin jî, lê red kirine ku danûstan li gel grubên çekdar ên li Sûriyê bikin û hem Tirkiyê, hem jî îdareya nû ya Sûriyê red kirine danûstanê li gel wan bikin.’’