Şanda Dem Partiyê serdana Selahettîn Demîrtaş dike

Şanda Dem Partiyê serdana Selahettîn Demîrtaş dike

Şanda Dem Partî ya danûstandinan îro 11ê  Çile serdana Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş li Zîndana Edîrneyê dike.

Şanda Dem Partî ya bo danûstandinên Îmralî ku ji Sirrî Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Ahmed Turk pêk tê, îro wê derbasî Zîndana Edîrneyê bibe û li gel Hevserokê Berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş hevdîtinê encam bide.

Tê çaverêkirin serdana şanda Dem Partiyê îro demjimêr yekê nîvroyê pêk were.

Şanda Dem Partiyê sibe Yekşemê jî li Zîndana Kandira ya Kocaelî dê serdana Hevseroka Berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag bike.

Nayê çaverêkirin ku piştî serdana şanda Dem Partiyê daxuyaniyeke fermî were dayîn.

Demîrtaş berê piştevaniya xwe bo destpêkirina proseyeke aştî bi serpereştiya Abdullah Ocalan nîşan dabû. Hin aliyên opozîsyonê û Dem Partî dibêjin, nayê qebûlkirin Demîrtaş li derveyê proseyê were hiştin.

Pustên heman beş