Artêşa Tirkiyeyê hejmarek xal li gundewarê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin û ziyan hatin tomarkirin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyeyê otombîlek li gundê Xana Serê bombebaran kir û di encamê de du kesan canê xwe jidest dan.
Herwiha diyar kir, dronên Tirkiyeyê du caran li pey hev xalek ser çiyayê Qereçoxê bombebaran kir û ta niha zaniyarî derbarê ziyanan de tune ne.
Li nêzîkî gundê Şirikê yê gundewarê Dêrikê jî, Tirkiyeyê xalek bombebaran kir û ziyanên madî hatin tomarkirin.