Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder piştî serdana Demîrtaş got, “Piştgirî û alîkariya Demîrtaş û Mizrakli ji bo pêvajoya tam e.”
Şandeya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku wekî Şandeya Îmraliyê jî tê binavkirin, îro çû Girtîgeha Edîrneyê û hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir.
Heyeta ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê, ji bilî Demîrtaş bi hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli re jî civiya.
Sirri Sureyya Onder piştî seredana xwe ji rojnamegeran re got ku Demîrtaş û Mizrakli bi temamî piştgiriya pêvajoya niha dikin û wan alîkariya xwe nîşan da.
Onder diyar kir ku ew hewl didin beşdariya herî berfireh di pêvajoyê de pêk bînin û wiha pê de çû:
“Ji ber vê yekê ti sedem tune ku heval di vî warî de bikevine nava helwesteke ku pêvajoyê têk bide yan jî ji pêvajoyê şik bikin.
Niha eger em çareser bikin em dê bi her du aliyan re çareser bikin. Eger em vê derfetê jî winda bikin dê 72 alî têkilî vê mijarê bibin.”
Onder da zanîn ku ev cara yekem ku ew bi vî rengî bi hemû nerînên siyasî re li ser bingeheke berfireh li hev dicivin û dê piştî seredana hevseroka berê ya HDPyê Figen Yuksekdag li Enqereyê daxuyaniyekê bidin.