Nasnameya du çekdarên berî 6 mehan hatine kuştin aşkere bû

HPG-2-2024-net

Nasnameya du çekdarên din yên PKKê îfşa bû ku li Tîrmeha sala rabûrî rêxistinê ew da bûne kuştin û heya roja me ya îro mirina wan bi veşartî hişitbû, yek jê jidayikbûyê Silêmaniyê ye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja şemî 11/1/2025ê nasnameya 2 çekdarên xwe aşkere kir ku li 25î Tîrmeha sala 2024ê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û PKKê ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Navên wan wisaye:

Ridwan Salih ji Edeneyê ye.

Karwan Xalid ji Silêmaniyê ye.

HPGê di pesnê van çekdarên xwe de dîsa gotiye ew Apoyî bûn û fedayê Apo bûn!.

Ji destpêka sala nû 2025ê ve, PKKê weke salên berê her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan parvedike, ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan daye mirinê û mirina wan veşartî hiştî.

Pustên heman beş