Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan serdana Amedê kir û di Heştemîn Kongreya Rêxistina Amedê ya AK Partiyê de axivî. Erdogan got, ew bibiryar in şerê çil salî bidawî bikin û bi vê armancê gavên girîng avêtine. Erdogan bang li PKKê kir xwe hilweşîne û çekên xwe radest bike.
Erdogan got: “Aramî û çarenivîsa Amedê, aramî û çarenivîsa Tirkiyê ye. Amed herdem bûye dergûşa pêkvejiyanê. Biratiya me biratiya Îslamê û qederê ye. Lê hinekan xwestin welat parçe bikin. Em niha di qonaxa dawî ya vê lîstikê de ne. Dema gotina tiştên nû ye. Di şerê çil salî de, dehezarana mirovên me, sed milyar dolarên me vala çûn.”
Herwaha got: “Di proseyên berê de derfetên dîrokî jidest çûn. Em niha dixwazin rêyeke mayînde bibînin. Bi pêşhatên navçeyê re em pencereyeke nû vedikin. Divê ev jî neyê windakirin. Pêwîst e rêxistina terorê xwe hilweşîne û çekên xwe bi merc radest bike. Divê êdî eşên sed û pêncî salan, taybet yên pêncî salên dawî nemînin.”