Ozel: Nabe armanca pêvajoya aştiyê azadiya Ocalan û hilbijartina Erdogan be

Ozel: Nabe armanca pêvajoya aştiyê azadiya Ocalan û hilbijartina Erdogan be

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel got, piştevaniya wan bo proseyê heye, lê nabe ev yek bibe bazara azadkirina Ocalan û careke din hilbijartina Erdogan.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel di civîna li gel rojnamevanan de got: “Niha Devlet Bahçelî behsa aştiyê dike. Li Tirkiyê pirsa Kurd heye. Divê bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Cihê çareseriyê jî Parlamento ye. Ji bo vê pêwîstî bi proseyeke şafaf û rasteqîne heye.”

Ozgur Ozel got jî: “Divê hevnêrîna civakî hebe ku yek ji wan malbatên şehîdan in. Em dixwazin pirs bi rêyên aştiyane çareser bibe, rondikên çavên dayîkan dawî bibin û xwîn neye rijandin. Pare û çavkaniyên bo şerê terorê tên xerckirin, divê ji bo berjewendiya milet û karên baş bên bikaranîn.”

Serokê Giştî yê CHPê di heman civîna çapemeniyê de gotinên Serokê hilbijartî yên Amerîkayê Donald Trump red kir ku gotibû, Kurd û Tirk bi salan e dijminê hev in û ji hev hez nakin.

Pustên heman beş