Hakan Fîdan: Eger HSD jidil be divê xwe hilbiweşîne

Hakan-Abdi-Info

Hakan Fîdan li Riyadê behsa paşeroja Sûriyeyê kir û got, “Eger HSD di hewldanên xwe yên tevlîbûna rêveberiya navendî de jidil be, divê fesixbûna xwe ragihîne.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di civîna bi welatên Erebî re got: “Yekparçeyî û yekîtiya axa Sûriyeyê divê bibe xala me ya sereke. Eger HSD di hewldanên xwe yên tevlîbûna rêveberiya navendî de jidil be, divê fesixbûna xwe ragihîne.”

Hakan Fîdan gotiye: Yekparçeyî, yekîtî û serweriya Sûriyeyê prensîbên bingehîn in ku em hemû hewlên xwe li ser ava dikin.

Fîdan derbarê HSDê Herwiha got: HSD li rojhilatê Feratê gefeke cidî ye li hemberî piraniya Ereban û çavkaniyên xwezayî yên ku gelê Sûriyeyê herî pêwîstî pê heye talan dike.

Pustên heman beş