Hevserokên Şaredariya Devera Akdenîzê li Parêzgeha Mêrsînê û sê endamên civata şaredariya wê deverê hatin girtin. Biryar e serkirdetiya Dem Partiyê li ser vê pirsê ragehandineke fermî parve bike.
Hêzên Tirkiyeyê Hevserokên Şaredariya Akdenîzê li Parêzgeha Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûrî Aslan û çar endamên civata şaredariyê bi tometa endametî û bangeşeya ji bo rêkxistineke terorsitî û pêdana alîkariyên madî girtin.
Lê li dû zanyarên nefermî, xuya bûye ku ew girtî neçûne dadgehê û li beranberî dadwerî amade nebûne, lewma jî dadgehê biryara zindanîkirinê ji bo hevserokên şaredariyê û sê endamên civata wê şaredariyê derxistiye û endamekî wê civatê jî azad kiriye.
Tayê Mêrsînê yê Dem Partiyê ragehandiye, “Hevserokên şaredariyê û endamên civata şaredariya Akdenîzê bi awayekî neqanûnî hatine girtin û zindanîkirin, bi vî awayî jî deng û mafên welatiyan hatine binpêkirin.
Herwesa ragehandiye, Serokatiya Dem Partiyê îro (Duşem, 13.01.2025) ragehandineke fermî li ser vê mijarê parve dike.