Serokê Herêma Kurdistanê îro li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê re civiya, biryar e her îro bi Serokê Komara Îraqê û çend aliyên din ên siyasî yên Îraqê re jî bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 13.01.2025) li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê di ragehandinekê de amaje daye, “Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî danûstandin li ser rewşa Îraqê û deverê û pêdivîtiya piştevaniya hikûmeta niha ya federalî di bicihanîna karnameya xwe de kirin.”
Di pareke din a civîna xwe de, wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, behsa pabendbûnên destûrî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li beranberî qanûna budceya giştî ya federalî hat kirin.
Wê ragehandinê amaje jî daye, “Her du aliyan tekez li ser giringiya hevdengî û alîkariyên hevpar ên navbera hemî hêz û aliyên siyasî kiriye, bi merema rûbirûbûna qebxwaziyan û dabînkirina ewlehî û seqamgiriyê ji bo Îraqê.
Biryar e her îro Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd û çend aliyên din ên siyasî yên Şîe û Suneyan re jî bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî (Yekşem, 12.01.2025) bi serdanekê gehişt Bexdayê û tevlî civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê bû, ku danûstandinên wê civînê girêdayî pirsa mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, hinardekirina petrolê, raspardeyên Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê û çend pirsên din bû, ji ber ku wê hevpeymanîtiyê hemî hêzên siyasî yên pêkînerên Hikûmeta Îraqê vegirtine.