Xortekî devera Dêrelokê ku bo dema 5 salan ji hêla rêxistina PKKê ve hatbû revanidbû, rizgar bû û vegerya cem xizmên xwe.
Hat ragihandin li şeva derbasbûyî 12 ser 13 Çileya 2025ê xortekî devera Dêrelokê ku 5 sal bûn ji hêla rêxistina PKKê ve hatbû revandin, serbest hat berdan û vegerya cem xizmên xwe.
BassNews ê eşkere kir, navê wî xortî Heval Îbrahîme û li şeva derbasbûyî ew vegeriye cem xizmên xwe.
Heval Îbrahîm ne xortê yekeme li Dêrelokê ji hêla PKKê ve tê revandin, di 5 salên derbasbûyî de, rêxistina PKKê hejmareke xortan li sînorê parêzgeha Dihokê bi tohmeta ajaniyê revandine û kuştine mîna “Cotyar Mihsin” ku li 29 çileya 2020 hatbû revandin.